Serokwezîr li gel şandeke metranên mesîhî yên Kurdistan û deşta Nînovayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Metranên Kurdistan û deşta Nînovayê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro şemî 25ê Îlona 2021an me pêşwaziya şandeke Metranên herêma Kurdistanê û deşta Nînovayê kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa mesîhiyan li herêma Kurdistanê û Îraqê hate kirin.
Şande Metranên herêma Kurdistanê û deşta Nînovayê, stayîşa ezmûna bihevre jiyana aştiyane li herêma Kurdistanê kir û balkêşande ser vê yekê ku herêma Kurdistanê cîhê yekaneye li Îraq û deverê de ku mesîhî têde bi aramî û aştî dijîn û mafên wan parastîne.
Şanda mêwan herwiha rola me y abo piştîvanî kirina mafên pêkhateyan, reformên di nava hikûmeta herêmê û derbas kirina qirîzan bilind nirxand.
Di beşeke din ji civînê de me jî tekez li ser piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo pêşde birina zêdetir ya çanda lêbûrîn û bihevre jiyana aştiyan , azadiya olî û rêz girtin ji mafên mirovan kir.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin