Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 21:12

Tirkiye û Kurdistan dixwazên têkiliyên xwe yên bazirganî pêş de bibin

her du alî dixwazên têkiliyên bazirganî û abûrî pêşde bibin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê li gel wezîrê bazirganî yê Tirkiyeyê civiya.

Îro yekşem li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wezîrê bazirganî yê Tirkiyeyê Mihemed Mûş qebûl kir.

Di civînekê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê bazirganî yê Tirkiyeyê Mihemed Mûş nîqaş li ser têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê dekirin û tekez li ser xwesteka xwe ya bo pere pêdana têkiliyên han kirin û ragihandin ku lazime tevahiya astengiyên heyî yên berdem berfire kirina têkiliyên han ji holê werin rakirin.

Nêçîrvan Barzanî têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de bi girîng û steratejîk wesif kir û balkêşande ser qanûna hêlbirînê ya li Kurdistanê de û ragihand ev qanûna han qanûneke gelek başe û hana karsazan dide daku li Kurdistanê de dest bi karûbarên bazirganî û hêlbirînê bikin.

Di beşeke din ya civînê de wezîrê bazirganî yê Tirkiyeyê jî behsa xwesteka welatê xwe ya bo pere pêdana têkiliyên xwe yên abûrî li gel Kurdistanê kir û ragihand ku Tirkiye li welatên din gelek proje bi awayeke serkeftî cîhbicîh kiriye û dikare li herêma Kurdistanê de jî heman projeyan bi awayeke serkeftî cîhbicîh bike.

Di dawiya civînê de her du alî giftûgo li ser çend mijarên din weke korona, veguhastina pereyan bi rêya sîstemên bankî, kerta torîstîkî û dadgeha bazirganî kirin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.