Li Efrînê 5 caran êrîşî ser wan kiriye.
Li gor zaniyariyên berdest, îro yekşem, 26ê Îlonê, balefirên şer yên Rûsyeyê li Efrînê êrîşî ser komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve kirine.
Li gor zaniyariyan, balefirên şer yên Rûsî 5 caran êrîşî ser koma cîhadî ya eniya Şam kirine û gelek navend û baregehên vê eniya han bi tundî bordiman kirine.
Ev bordimana han di demekê deye ku li Îdlib jî Rûsye berdewame li ser êrîş kirine ser komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve.
Ji aliyeke din ve biryare roja 29ê Îlonê li bajarê Sûşî Erdogan û Putin bo nîqaş kirin li ser rewşa Îdlibê bicivin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin