Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 23:34

3 debistanên nû têne çê kirin

li gelek bajarên din yên Kurdistanê jî çend debistan têne çêkirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr biryara dabîn kirina pereyê daye.

Wezîrê perwerde yê hikûmeta Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand ku Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar daye daku bûdceyeke taybet bo awa kirina 3 debistanan li nahiyeya Daretû ya ser bi Hewlêrê were dabînkirin.

Wezîrê perwerde herwiha diyar kiriye ku bi fermana Serokwezîr bi qasî 1 miliyar û 885 miliyon dînar bo çê kirina 3 debistanên nû di nava sînorên parêzgeha Hewlêrê de hatiye dabînkirin.

Nav hatî eşkere kiriye ku Serokwezîrê Kurdistanê fermana çê kirina çend debistanan li gelek bajar û deverên din yên Kurdistanê daye û di pêşerojeke nêz de dest bi çê kirina wan debistanan têkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.