Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 23:32

Amerîka hevkariya Rojavayê Kurdisanê dike

ev 4 miliyon dolar bo nûjen kirina kertê tendirostiyê ye.
کوردستان TV
100%

4 miliyon dolar bo kerta tendirostî dişîne.

Hikûmeta Amerîkayê biryar daye daku bi qasî 4 miliyon dolaran bo rûbirû bûna Koronayê û nûjen kirina kerta tendirostî li Rojavayê Kurdistanê, hevkariya Rojavayê bike.

Li gor daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê ya li Dîmeşqê vê ev pereya han di çarçoveya pilana rizgar kirin û baştir kirina kerta tendirostî tê xerckirin.

Di çarçoveya heman pilan û hevkariyê de vê kargeheke mezin ya hêlbirîna Oksîjenê li Hesekê were avakirin, Perestarên Rojavayê werin perwerdekirin, amadekirina nexweşxaneya serekî ya Hesekê bo rûbirû bûna Koronayê û çê kirina depoyên taybet yên hilgirtina vaksînên dijî Koronayê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.