3 kes hatine kuştin.
Li gor zaniyariyên çapemeniyê, duhê bi şev kesek li Rûsyeyê bi çek êrîşî ser malbeteka Kurd kiriye û endamên malbetê qetil kiriye.
Hate zanîn ku êrîş li bajarokê Volchanskoe ya ser bir Voronej Oblastı ya Rûsyeyê pêk hatiye û di encama êrîşê de 3 welatiyên Kurd ku ji dayik, kor û nevî pêk hatine û temenê wan 59, 19 û 5 salîne canê xwe ji dest dane.
Navên welatiyên Kurd yên ku hatine kuştin ewin, Gulistan Ibrahîmova 59, Nadir 19 û Ezîz 5 salî.
Ev malbeta han ya Kurd beriya 20 salan ji Qirqîzistanê koça Rûsyeyê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin