Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 23:29

Rûsye hêzeke zêde dişîne derdorê Hesekê

duhê êrîşî ser koptereke Rûsî hatibû kirin.
کوردستان TV
100%

Duhê li gundewarên Hesekê êrîşî ser koptereke Rûsî hatibû kirin.

Piştî ku duhê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê li gundewarên Hesekê êrîşî ser koptereke Rûsî kirin, Rûsye jî dest bi avêtina gavên leşkerî li deverê de kir.

Di vê derbarê de navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaka bi SOHR tê nasîn ragihandiye ku piştî êrîşa ku bo ser koptera Rûsî pêk hatiye, Rûsye hêzeke gelek zêde ya leşkerî bi çekên giran şandiye gundewarên derdorê Hesekê.

Weke tê zanîn duhê komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê êrîşî ser koptera Rûsî li derdorê Hesekê kiribûn.

Ji aliyeke din ve ev çend roje ku Rûsye li Efrîn û Îdlibê jî êrîşên xwe yên bo ser komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve zêde kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.