Dibijên jibo xizmet kirina bihevre jiyanê ye.
Amadekariyên part û aliyên siyasî yên Kurdistan û Îraqê bo hilbijartinên parlementoya Îraqê yaku biryare di 10 Cotmehê de werin kirin, berdewamin.
Di vê çarçoveyê de îro 18 part û aliyên siyasî yên Tirkmanî daxuyaniyeke hevbeş bo raya giştî belav kirin.
Di daxuyaniya hevbeş ya wan aliyan de hatiye diyarkirin ku ev weke part û aliyên siyasî yên Tirkmanî di hilbijartinên parlementoya Îraqê de, jiber hevpeymaniya kevnar di navbera partiya demorkata Kurdistanê û pêkhateya Tirkmanî û herwiha jiber helwestên PDKê yên bo parastina maf û azadiyên Tirkmanan û bo pêde birina çande bihevre jiyanê yaku di navbera tevahiya pêkhateyan de li Kurdistanê de heye, di hilbijartinê de deng bi Berbijêrên partiya demokrata Kurdistanê didin.
Aliyên han herwiha diyar kirine ku ti Berbijêreke wan bo hilbijartinên Îraqê nîne lewre jiber wan armancên ku behsa wan hatiye kirin vê roja dengdanê dengên xwe bi Berbijêrên PDKê bidin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin