Bi Serokatiya Mesrûr Barzanî civiya bû.
Îro civata wezîranya Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro çarşem 29ê Îlona 2021an me gerînendetiya civîna heftane ya civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr jî têde beşdar bû wezîrê karûbarên Ewqafê Piştîvan Sadiq bernivîsa taybet bi civata bilind ya Ewqaf û karûbarên olî pêşkêş kir. Civata wezîran jî bi piraniya dengên amadebûna bernivîsa han pejrand, armanc ji vê bernameya han diyar kirina erk û pêkhateya civata wezaretê ye bo baştir îdare kirina milk û malên weqifkirî, hêlbirîna wan û pêşde birina wane bo rêkxistina dahata milk û malkên weqifkirî di çarçoveya zagonên berkar, parastina berejwendiyên giştî û bikar anîna dahata wan milk û malên ku bi armanca xêrxwazî hatine bexşîn anjî weqifkirin.
Di mijara dudiyan ya civînê de bernivîsa proje qanûna çek û helgirtina çek li herêma Kurdistanê de ji aliyê wezîrê navxwe Rêber Ehmed ve hate pêşkêşkirin, ku armanc ji vê proje qanûna han rêkxistina zagon û qanûnên taybet bi kirîn, firotin û helgirtina çeke li herêma Kurdistanê de. Piştî nirxandin û pêşkêş kirina çend têbîniyan bi liber çav girtina têbênî û pêşniyarên han ev proje qanûnan han jî bi piraniya dengên amadebûyan hate pejrandin û ev proje qanûna han jî girîngiyeke taybet ya xwe dibe di warê helgirtina çek û kirîn û firotina çek li herêma Kurdistanê de û tundtir kirina mercên rêpêdan bo helgirtina çek li herêma Kurdistanê de. Bi taybetî ku qanûna berkar ya taybet biçek ya niha li herêma Kurdistanê de vedigere bo qanûna sala 1993 ku ev qanûna han jî li gel pêşkeftin û rewşa niha nagonce.
Di beşa sêyem ya civînê de nîqaş li ser proje qanûna steratejiya nîştimanî ya desteya destpakî û rûbirû bûna gendeliyê li herêma Kurdistanê de, ku ji aliyê Serokê desteya han ve hate pêşkêşkirin, ev yek jî pilaneke berfire ya desthilat û dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê ye, bo desthilatdariyeke baştir û şefaftir, bi armanca pêşî girtin ji çarçûr kirina samanên giştî û pêşî girtin ji gendeliyê ku yek ji xalên serekî yên bernameya giştî ya karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê ye.
Civata wezîran li ser pêşniyara desteya destpakiyê ev steratejiya han pejrand, piştre vê desteya han bi hemahengî û hevkarî li gel aliyên têkildar mekanîzma çawetiya cîhbicîh kirina steratejiya han bi li ber çav girtina taybetmendiyan, diyar dike.
Mijara dawî ya civîna civata wezîran nirxandina pêşniyara ava kirina civatek bû taybet bi perwerde û damezrandina civatekê bi navê civata bawerîpêdan bi navend û bernameyên xwendinê li wezareta perwerde û xwendina bilind, ku ji aliyê Serokê civata wezîran ve hatibû pêşkêşkirin.
Armanc ji damezrandina civata han, diyar kirina standardên goncawe bo bawerî pêdanê, bi awayek ku havterîb be li gel standardên cîhanî û desteberiya nakamiya akademîkî û encamên prosesa hînkirinê û xwendinê. Civata wezîran wezaret û aliyên têkildar pîwerdar kir daku, xetên giştî yên damezrandina civata han made bikin, daku di civîna pêş ya civata wezîran de nîqaş li ser were kirin û pişt re jî were pejrandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin