Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 07:16

Heyder Şeşo: DIŞIyên berê di nava YPŞ dene

dibêje ev kesên han başiyê bo Êzidiyan naxwazin.
کوردستان TV
100%

Qala rewşa Şingalê û Êzidiyan kir.

Fermandarê hêzên Êzidîxanê Heyder Şeşo di gotareke xwe de yaku di çarçoveya bernameya propagendeyên hilbijartinan de li Şingalê de pêşkêş kir ragihand ku eger rewş bi vê rengî be û guhertin neyên kirin vê rewşa Şingalê û Êzidiyan hîn xirabtir bibe.

Heyder Şeşo herwiha diyar kir ku li deverê de pêdivî bi guhertinên bingehîn heye, pêdivî bi avedan kirina Şingalê û vegera awareyên Şingalê heye lewre lezime xelkê Şingalê jî baş bizanin ka gelo kîj alî hewl dide daku, pêşerojeke baştir bo Êzidiyan dabîn bike.

Derbarê aloziyên duhê de yên ku ji aliyê YPŞ ve hatibûn çêkirin û rê nedabûn ku şanda PDKê serdana Şingalê bike, ragihand ku ev kiriyara han kiriyareke derexlaqiye û nayê qebûlkirin.

Şeşo renxenyên dijwar li YPŞ û PKK kir û ragihand ewin ku duhê êrîşî ser Êzidiyan kirin, DIŞI ku duhê komkujî bi ser Êzidiyan de sepand, îro di nava refên YPŞê dene û bêgoman kesên wisa ti caran jî naxwazên Şingal were avedakirin û pêşerojeke baş jî bo Êzidiyan were dabînkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.