YE berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya berpirsa ofîsa YE ya li Hewlêrê Mary Parry kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro yekşem 3ê Cotmeha 2021an me pêşwaziya Berpirsa ofîsa Yekîtiya Ewrûpayê li herêma Kurdistanê Mary Parry kir.
Di civînê de me jiber destbikar kirina vê weke berpirsa ofîsa YE pîrozbayî li Mary Parry kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.
Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser prosesa reforman ya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî yên bo pir cur kirina çavkaniyên dahatê, avedan kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî, kar kirin bo xizmet kirina zêdetir ya welatiyan, cîhbicîh kirina projeyên girîng û steratejîkî li seraserê herêma Kurdistanê de bêyî ti cudatî.
Berpirsa nivîsîngeha YE ya li Hewlêrê Mary Parry amadebûna YE bo hevkarî kirin û hemahengî kirin li gel hikûmeta herêma Kurdistanê û pere pêdana pir alî ya têkiliyên navbera her du aliyan diyar kir.
Hilbijartinên parlementoya Îraq, mekanîzma çavdêrî kirina hilbijartinan û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî mijareke din ya civînê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin