Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 07:16

Hengariya têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Hengariya bi rêzdarî ve ezmûna Kurdistanê dinirxîne.
کوردستان TV
100%

Konsulusê nû yê vê welatî ji Serokwezî re xwe da nasîn.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Hengariyayê yê li Hewlêrê kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 3ê Cotmeha 2021an me pêşwaziya Konsulusê giştî yê nû yê Hengariyayê li herêma Kurdistanê Attila Tos kir.

Di civînê de me jiber destbikar kirina wî weke Konsulusê nû yê Hengariyayê li herêma Kurdistanê, pîrozbayî li Attila Tos kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Konsulusê giştî yê Hengariyayê jî diyar kir ku welatê wî bi rêzdarî ve ezmûna bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda li herêma Kurdistanê de dinirxîne û balkêşande ser xwesteka welatê xwe ya bo pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Hengariyayê bi taybetî di warê hêlbirîn û bazirganî de.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.