Dibêje emê li ser Şingalê ti tavîzek nedin.
Serokwezîrê Kurdisanê Mesrûr Barzanî di dema civîna xwe ya li gel hijmarek ciwanan de, bersifa pirsa ciwaneke Şingalî ya derbarê rewşa Şingalê de da û got: Desthilata ku niha li Şingalê ye ne desthilateke qanûniye û xwe kiriye alternatîfa desthilata fedralî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku PKK û heşda şebî astengên serekene li berdem cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û normal kirina rewşa Şingalê, desthilata ku niha li Şingalê de heye, ne desthilateke qanûniye û xwe weke alternatîfê desthilata navendî li deverê de sepandiye.
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kiriye ku tişta bi ser Şingalê de hatiye karesateke gelek biêşe û bo azad kirina Şingalê zêdetir ji 500 peşmerge şehîd bûne û em bi ti awayî dev ji Şingal û Şingaliyan bernadin û li ser mafên wan jî ti tevîzek nadin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin