Cîhadiyên Tirkiyeyê dîsa dest bi qut kirina daran kirine.
Li gor zaniyariyên ji herêmê, prosesa talan kirin û guhertina demografiya Efrînê berdewame.
Hikûmeta Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve rojane her du prosesên talan kirin û guhertina demogirafiya Efrînê bi awayeke hevdem dimeşînin.
Tirkiye û cîhadî bi hevre şêniyên Kurd yên Efrînê ji ser mal û milkên xwe der dixin û kesûkarên cîhadiyan li ser milk û malên wan bicîh dikin.
Di salên derbasbûyî de jî cîhadî û artêşa Tirkiyeyê rixmî dizîna zeytûnên Efrînê ku li cîhanê de navdarin, dest bi qut kirina darên zeytûnan kirine û niha jî berdewame.
Di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Efrînê ragihand ku komên çekdar di rojên derbasbûyî de dîsa dest bi qut kirina darên zeytûnan kirine û bi tenê li nahiyeya Bilbilê zêdetir ji 17 hezar darên zeytûnan qut kirine.
Komên cîhadî darên ku qut dikin bo kargehên pîşesaziya amûrên mal, ofîs û mobiliyatan, wan daran vediguhezên Tirkiyeyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin