Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 07:14

Nahiyeya Enkawe bû qeza

îro serdana Enkaweyê kir.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê ferman da.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana nahiyeya Enkawe ya ser bi Hewlêrê kir.

Di serdana han ya meydanî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel rayedarên îdarî yên nahiyeyê civiya û di gotareke kurt de jî ragihand ku Enkawe gelek mezin ketiye, rojbiroj pêşdikeve û bûye cîheke gelek baş bo bihevre jiyana aştiyane li Kurdistanê de û gelek pêkhateyên din yên ku ji deverên din jiber gefên curbicur berê xwe dane  Kurdistanê li Enkaweyê bicîh bûne.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, bo baştir xizmet kirina xelkê û herwiha kêm kirina rûtîniyatan, biryar hatiye dayîn ku nahiyeya Enkawe bibe qeza daku, zêdetir xizmeta xelkê were kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.