Beşdarî di merasîmeke PDKê de kir.
Îro li Hewlêrê di çarçoveya kempîna propagendeya partiya demorkata Kurdistanê de ya bo hilbijartinên parlementoya Îraqê de, merasîmek bo nasandina Berbijêrên PDKê hate organîzekirin.
Di merasîmê de endamê mekteb siyasiya PDKê Mesrûr Barzanî jî beşdar bû û gotarek jî pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de behsa çend projeyên girîng kir ku di rojên derbasbûyî de ji aliyê hikûmetê ve hatine cîhbicîhkirin û ragihand ku hikûmeta Kurdistanê berdewam dibe li ser cîhbicîh kirina projeyên girîng yên curbicur li seraserê Kurdistanê de jiber ku hikûmet dixwaze bêcudatî xizmeta tevahiya welatiyan li seraserê Kurdistanê de bike.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser hilbijartinên parlementoya Îraqê û diyar kir ku, hilbijartin girînge lazime xelk bi coşeke mezin beşdarî di hilbijartinan de bike û bi azadî û serbestî dengê xwe bide kesên ku pêbawere û dizane ku li Bexdayê dikare berevanî ji mafên wî bike.
Barzanî eşkere kir ku, bi ti awayî ji ti kes û aliyek qebûl nakin ku zextê bixin ser kesekî û wî neçar bikin daku deng bi keseke diyar bide û lazime xelk bi azadane dengê xwe bide.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku PDK partiyeke azadîxwaze û xizmetkarê xelkê ye lewre hertim di xema xelk û parastina berejwendiyên xelkê deye lewre lazime xelk vê yekê li ber çav bigire ku gelo kê, kî li Bexdayê dikare berevanî ji maf û berejwendiyên gelê Kurdistanê bike.
PDK bo berejwendiyên taybetî yên xwe naçe Bexdayê, belku bo dabîn kirina maf û azadiyên gelê Kurdistanê dabîn bike û berevanî ji berejwendiyên gelê Kurdistanê bike, diçe Bexdayê.
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku PDK bo vegerandina deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û cîhbicîh kirina madeya 140 diçe parlementoya Îraqê û lazime xelk jî wan rastiyan bizane.
Barzanî di gotara xwe de tekez li ser vê yekê kir ku PDK ne axa ye li ser serê xelkê belku xizmetkarê xelkê ye û ew yek jî pîvaneke sereke ya PDKê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin