Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 10:48

Nêçîrvan Barzanî: Şerê me bo nasnameyê ye ne bo tişteke din

dibêje lazime kêşeya Kerkûkê li gor madeya 140 were çareserkirin.
کوردستان TV
100%

Di merasîmeke PDKê de gotarek pêşkêş  kir.

Îro li Hewlêrê partiya demokrata Kurdistanê bo piştîvanî kirina Berbijêrên xwe yên li Kerkûkê merasîmek organîze kir.

Di merasîma han de Cîgirê Serokê giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî jî amade bû û gotarek jî pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de diyar kir ku, hilbijartin girînge, lazime xelk bi coşeke mezin beşdarî di hilbijartinê de bike û deng bide kesên ku pêbawere.

Nêçîrvan Barzanî derbarê Kerkûkê de jî diyar kir ku, şerê me bo nasname û mafên xwe yên revaye ne bo tişteke din û em petrolê naxwazin em nasnameya xwe û mafên xwe yên netewî dixwazin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku, Kurdistanî û Kerkûkî bûn gelek bizehmete û PDK dixwaze Kerkûk aram be, û bêhna xwe vede jiber ku Kerkûk û Kerkûkî gelek hatine westandin  û nia jî têne westandin.

Barzanî diyar kir ku, PDK naxwaze şereke etnîkî bi Kerkûkiyan bide kirin jiber ku dixwaze Kerkûk aram be û beruvajî faşîstên ku dixwazin şerê etnîkî bikin daku rewşa Kerkûkê têk biçe.

Nav hatî diyar kir ku, PDK naxwaze li Kerkûkê to pêkhateyeke etnîkî were lawazkirin anjî perawêz xistin û lazime tevahiya pêkhateyan di nava aştiyê de bihevre bijîn û daxwaza PDKê jî ewe ku kêşeya Kerkûkê di çarçoveya madeya 140 ya destûra Îraqê de were çareserkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.