Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 10:46

Nêçîrvan Barzanî li Silêmanî ye

behsa rola bajarê Silêmanî di her warî de kir.
کوردستان TV
100%

Li gel rayedarên PDKê civiya.

Îro Cîgirê Serokê partiya demorkata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana parêzgeha Silêmanî kir.

Cîgirê Serokê PDK Nêçîrvan Barzanî di destpêka serdana xwe de li gel endamên Serkidatiya Silêmanî, Kerkûk û Gerimiyanê ya PDKê civiya.

Di civînê de behsa karûbarên hizbî û rewşa deverê û herwiha hilbijartinên parlementoya Îraqê hate kirin.

Piştî civîna han Nêçîrvan Barzanî beşdarî di merasîmeke piştîvanî kirina Berbijêrên PDK li Silêmanî kir û gotarek jî pêşkêş kir.

Di gotara xwe de Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya hilbijartinên parlementoya Îraqê kir û daxwaz ji xelkê kir daku, bi coşeke mezin beşdarî di hilbijartinan de bike û dengê xwe bide Berbijêrên PDK jiber ku ew dikarin li Bexdayê berevanî ji maf û destkeftên gelê Kurdistanê bikin.

Barzanî di gotara xwe de behsa bajarê Silêmanî kir û ragihand ku min sililavên Serok Barzanî bo we û bo tevahiya kesûkarên şehîdan aniye û anî ziman ku Silêmanî bajarê rewşenbîrî, wêje û qurbanîdanê ye û bajarê dayika mine.

Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de behsa têkiliyên civakî yên bihêz yên li Silêmanî kir û balkêşande ser serdema mayîna Nemir Mele Mistefa Barzanî li Silêmanî de û diyarkir ku em bi Silêmanî û xelkê Silêmanî serfirazin û şerê rejîma Îraqê jî hertim li gel Silêmanî û Barzanê bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.