Erbil 38°C Thursday 21 Aug 14:12

Li Kobanê 5 kes bûne qurbanî

tevahiya qurbaniyan endam û rayedarên îdareya xweserin.
کوردستان TV
100%

Tirkiye êrîşî ser wan kiriye.

Li gor zaniyariyên ji Rojavayê Kurdistanê, duhê bişev balefirên dorne yên Tirkiyeyê li Kobanê êrîşî ser tirimbîlekê kirine.

Di encama êrîşa han de 2 welatî canê xwe ji dest dane û 3 welatî jî birîndar bûne.

Li ser vê mijarê jî îdareya xweser daxuyanî daye û ragihandiye ku di encama êrîşa balefirên Tirkiyeyê de yaku duhê bişev pêk hatine 2 welatî canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku qurbaniyên êrîşê endam û rayedarên îdareya xweserin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.