Erbil 38°C Thursday 21 Aug 14:12

Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya

Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa siyasî ya Îraqê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson û şandeke pê re kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û encamên hilbijartinên parlementoya Îraqê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de her du alî prosesa hilbijartinê weke proseseke serkeftî nirxandin û hêviya vê yekê jî xwestin ku encamên hilbijartinê bibin sedema destpê kirina qonaxeke nû li Îraqê de.

Di dawiya civînê de balyozê Brîtanyayê tekezî li ser piştîvaniya welatê xwe bo Kurdistanê û piştîvanî kirina reformên nava hêzên pêşmerge de kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.