Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;
Îro pêncşem 21ê Cotmeha 2021an me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson-Richardson kir.
Di civînê de me nîqaş derbarê rewşa giştî ya Îraqê ya piştî serkeftina prosesa hilbijartinan û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kir.
Me hêviya vê yekê xwest ku encamên hilbijartinên Îraqê bibe sedema aramiya rewşa Îraqê û çareser kirina yekcarî ya kêşeyên helwastî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî de.
Reformên nava wezareta pêşmerge, metirsiyên terorîstên DIŞIê, girîngiya cîhibcîh kirina rewşa Şingalê û normal kirina rewşa deverê mijarên din yên civînê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin