Dixwazin Efrînî ji Efrînê derkevin.
Peyvdarê navenda mafên mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo ragihand ku zextên artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên Tirkiyeyê yên li ser şêniyên Efrînê rojbiroj zêdetir dibin.
Îbrahîm Şêxo eşkere kiriye ku artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê dixwazin bi rêya zext kirin li şêniyên Efrînê, ev ji Efrînê derkevin daku dest bi ser milk û malên wan de bigirin û bidin kesûkarên komên cîhadî.
Şêxo eşkere kiriye ku ev şêniyên ku naxwazin ji Efrînê derkevin neçarin bacê bidin artêşa Tirkiye û komên cîhadî.
Nav hataî diyar kiriye ku artêşa Tirkiye û cîhadî bi hinceta ku têkiliyên wan li gel îdareya xweser hene, şêniyên Efrînê neçar dikin daku ji Efrînê derkevin û ewin ku naxwazin ji Efrînê derkevin lazime 2 heta 10 hezar dolarên Amerîkî bidin artêşa Tirkiye û komên cîhadî.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin