Erbil 38°C Thursday 21 Aug 14:12

92 çekdarên Hûsî hatin kuştin

li Başûr û Rojavayê Marîbê hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Hevpeymaniya Erebî daxuyaniyek belav kir.

Hevpeymaniya Erebî ya bi Serokatiya Siûdiyeyê ya li dijî Hûsiyan daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku, operasiyonên wan yên li dijî çekdarên Hûsî yên ku ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin berdewamin.

Di daxuyaniya hevpeymaniya Erebî de hatiye diyarkirin ku di çarçoveya operasiyonên han de, di nava 24 seatan de bi giştî 92 çekdarên Hûsî ji aliyê hêzên hikûmeta Yemenê û balefirên hevpeymaniya Erebî ve hatine kuştin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku piraniya wan çekdaran li başûr û Rojavayê Marîbê hatine kuştin.

N: E. G

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.