Erbil 38°C Thursday 21 Aug 14:12

Tirkiye û cîhadî gundên Til Temerê topbaran dikin

heta niha zirarên topbaranê nehatine zanîn.
کوردستان TV
100%

Topbaran îro danê sibê destpê kiriye.

Li gor zaniyariyên ji herêmê, îro yekşem danê sibê, artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve dest bi topbaran kirina gundên derdorê Til Temerê li parêzgeha Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê kirine.

Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku topbaran gelek dijware û heta niha jî zirarên topbaranê nehatine zanîn.

Weke tê zanîn ku Serokkomarê Tirkiyeyê gefa lidar xistina operasiyoneke din ya leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.