Ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve hate bordiman kirin.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li devera Sîdekanê ragihan ku kiliyek beriya niha balefirên şer yên Tirkiyeyê bi dijwarî çiyayê Bolê ya li devera Sîdekanê bordiman kirin.
Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê me dane, balefirên Tirkiyeyê gelek bi nizmî li ser esmanê devera Sîdekanê digerin û bi dijwarî çiyayê Bolê bordiman kirine.
Heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin