Erbil 38°C Thursday 21 Aug 21:47

Îro salvegera çûna Pêşmergeye bo Kobanê

pêşmerge li Kobanê şehîd û birîndar jî da.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî jî dibêje çûna Pêşmerge bo Kobanê hevsengiya hêzê guhert.

Beriya 7 salan di rojeke weke îro 28ê Cotmehê de, bi fermana Serok Barzanî û piştî biryara parlementoya Kurdistanê, hêzên pêşmerge ji Başûrê Kurdistanê bo rizgariya Kobanê, bi rêya Tirkiyeyê ve, hêzên pêşmerge bo Kobanê hatin şandin.

Hêzên pêşmerge ku çend mehan li Kobanê man, hevkariya hêzên YPGê kirin û di encama çûna hêzên pêşmerge de, bajarê Kobanê yaku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibû dorpêçkirin, bêhn veda û neket destî terorîstên DIŞIê.

Hêzên pêşmerge di şer û pevçûnan de jî şehîd û birîndar dan, lê rê nedan ku ev bajarê Kurdistanî bikeve destê dijminên Kurdistanê.

Serok Barzanî jî dema pêşwazî kirin ji yekem karwana hêzên pêşmerge ku piştî çend mehan beşdarî kirin di şerê Kobanê de vegeriya bû Hewlêrê ragihand ku çûna pêşmerge bo Kobanê hevsengiya hêzê guhert û rê neda Kobanê bikeve destê terorîstan.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.