Hêzên ewlekarî jî di amadebaşiyê dene.
Xwepîşandanên endam û alîgirên hin aliyên siyasî yên Îraqê yên li dijî encamên hilbijartinên parlementoya Îraqê berdewamin.
Ev xwepîşandanên han yên ku şeva 10 Cotmehê destpê kiribûn, hîn jî berdewamin û aliyên xwepîşander daxwaza hilweşandina encamên hilbijartinan dikin.
Ji aliyeke din ve hêzên ewlekarî yên Îraqê jî ji tirsa ku xwepîşander êrîşî ser navçeya kesk bikin, ketine amadebaşiyê.
Welatiyên xwepîşander qala vê yekê dikin ku heta daxwazên wan neyên cîhbicîhkirin vê berdewam bin li ser xwepîşandanan.
Weke tê zanîn di hilbijartinên parlementoya Îraqê de aliyên siyasî yên nêzî Îranê rastî şikesteke mezin hatibûn loma dest bi xwepîşandanan kirine.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin