Amarên nû yên Koronayê hatine ragihandin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatan de 358 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 216 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de hezar û 9 berketiyên berê jî baş bûne û 21 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin