Terorîstên DIŞIê êrîşî ser wan kirine.
Wezareta pêşmerge ragihand ku duhê bi şev li sînorê Pirdê terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirine û du pêşmerge di encama êrîşê de şehîd bûne.
Di daxuyaniya wezareta pêşmerge de hatiye diyarkirin ku duhê direngiya şevê, terorîstên DIŞIê bi sûd wergirtin ji rewşa keş û hewayê êrîşî ser hêzên pêşmerge li sînorê Pirdê kirine û di encama êrîşa han de du pêşmergeyên ser bi lîwaya 10 ya Piyade ya wezareta pêşmerge bi navên Xalid Hemîd Heyas û Ako Kerîm Qadir şehîd ketine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin