Kuwait jî balyozê xwe yê Libnanê vekêşa.
Piştî ku jiber aloziyên navbera Siûdiye û Libnanê, Siûdiye balyozê xwe yê li Beyrûtê vekêşa, Behreyîn jî di heman çarçoveyê de balyozê xwe li Libnanê vekêşa.
Li gor çapemeniya Erebî, piştî Siûdiye û Behreyînê, Kuwait jî balyozê xwe yê li Libnanê vekêşaye û qirîza navbera welatên Kendavê û Libnanê her ku diçe kûrtir dibe.
Beriya du rojan Siûdiye diyar kiribû ku Hizbulaha Libnanê, kontrola tevahiya benderên Libnanê xistiye destê xwe û madeyên hişber ji Libnanê dişîne welatên Kendavê.
Piştî daxuyaniya Siûdiyeyê, Serokê berê yê Libnanê Refîq Herîrî jî diyar kiribû ku têkçûna rewşa Libnanê û têkiliyên navbera Libnan û welatên din jiber kiriyarên hizbulahê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin