Peyameke sersaxî daye malbetên pêşmergeyên şehîd.
Serokê herêma Kurdistanê jiber şehîd bûna du pêşmergeyan ku duhê bişev di encama êrîşa terorîstên DIŞIê de şehîd bibûn, peyameke sersaxî da malbetên şehîdan.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye: Sersaxî didim malbetên her du pêşmergeyên qehreman ku duhê di encama êrîşa terorîstên DIŞIê de li Pirdê şehîd bûne.
Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye; Ji dil pirse û sersaxî didim malbet, kesûkar û hevsengerên wan pêşmergeyên qehreman, hevbeşê xema wanim.
Barzanî nivîsandiye: Dûbare bûn û berfire bûna êrîşên terorîstên DIŞIê nîşaneya vê yekê ye ku DIŞI hîn jî metirsiyeke rastîne li ser aramî û ewlekariya deverê, lewre lazime bi yekgirtî, bi desteke bihêz û bi hevkariya hevpeymaniya cîhanî hewl bo ji nav birina hertimî ya DIŞIê were dayîn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin