Dibêje li 3 parêzgehên Îraqê zêdetir ji hezar terorîst hene.
Parêzgarê Diyalayê dibêje ku li sînorên 3 parêzgehên Îraqê de zêdetir ji hezar terorîstên DIŞIê hene.
Parêzgarê Diyalayê Musena Temîmî di daxuyaniyeke çapemenî de diyar kir ku, piştî êrîşên terorîstên DIŞIê bo ser şêniyên gundên devera Mêqdadiye ya ser bi Şarebanê, hijmareke zêde ji gundiyan, gundên xwe vala kirine û berê xwe dane deverên din.
Musena Temîmî herwiha eşkere kiriye ku rewşa wan deveran aloze û tirs û fikar li cem şêniyên wan deveran rojbiroj zêdetir dibin.
Nav hatî eşkere kiriye ku li gor zaniyariyên ku di destê wan dene, niha li sînorên 3 parêzgehên Îraqê ( Kerkûk, Diyala û Selahedîn) zêdetir ji 1000 terorîstên DIŞIê hene.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin