Bilez welatiyên zirarmend tên qerebûkirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civîna civata wezîran der li ser hesabê xwe yê fermî wisa belav kiriye;
Îro çarşem 3ê Mijdara 2021an me gerînendetiya civîna heftane ya civata wezîran kir. Di mijara yekem ya civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, bernivîsa proje qanûna civata bilind ya geşe pêdana jinan li herêma Kurdistanê ji aliyê Emîndara giştî ya civata bilind ya jinên Kurdistanê Xanzad Ehmed ve hate pêşkêşkirin.
Di vê derbarê de me behsa vê yekê kirk u jin di nava civaka Kurdistanê de di qonaxên curbicur yên xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê de, xwedan dîrokek tîje ji qurbanîdan, serwerî û roleke bibandorin.
Me herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê tevahiya hewlên xwe bo nehêştina asteng û berbestên li berdem jinan û rûbirû bûna cudatiya cinsî û perawêz xistina rola jinan û herwiha bo bilindtir kirina û zêdetir kirina rêjeya beşdariya çalak ya jinan di nava desthilatê de û parastina mafên wan di nava civakê de ku ev jî xaleke giştî ya bernameya kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê ye, bi tevger dike.
Civata wezîran piştî liber çav girtina çend pêşniyar û têbîniyan, çend xalên serrast kirî yên bernivîsa han pejrand.
Pişt re wezîrê perwerde Alan Mihemed Seîd û wezîrê xwendina bilind Aram Mihemed Qadir behsa wergirtina derçûyên amadeyî li zanîngeh û peymangehên herêma Kurdistanê bo sala xwendina 2021 – 2022 kir, me jî bi girîngî li ser sedemên vê mijarê lêkolîn kir û tekez li ser vê yekê kir ku, afirandina derfetên yeksan bo xwendinê li gor miedela (numereya giştî) û şayîstebûn li gel parastina kiwalitiya xwendinê li zanîngeh û peymangehan û zêdetir kirina karînan, wezaretê têkildar hatin pîwerdarkirin bo dabîn kirina pêdiviyên zanîngeh û peymangehan û dariştina pilana pêwîst bo salên pêş daku kêşeyên ku îsal derketin dubare nebin. Li gel girîngiya girêdana korsî û warên xwendina bilind bi pêdiviyên hikûmeta herêma Kurdistanê û kerta taybet.
Di berdewamiya civînê de berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî behsa hewlên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo çareser kirina kêşeyên ev koçberên herêma Kurdistanê ku li Belarusê dixwazin biçên welatên Ewrûpî, kir û me jî wezareta navxwe pîwerdar kir bo wergirtina rêkarên qanûnî li hember ev kes û tîmên ku bazirganî bi jiyan û selametiya ciwanan dikin, herwiha berdewamî dan bi hewlên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo çareser kirina kêşeyên ev koçberên Kurdistanî yên ku li derveya Kurdistanê de mane asê.
Di mijara dawî ya civînê de, wezîrê Şaredarî û torîzmê Sasan Ewnî jî behsa hewlên hawar hatinê yên zirarmendên lehiya roja 30ê Cotmeha 2021an ya li Hewlêrê û qerebû kirina wan hate kirin.
Di vê warî de me wezaret û aliyên têkildar pîwerdar kir bo lêkolîn kirina li ser sedemên qewmîne bûyerên han û zirarên ku çê bûne û çawetiya çareserkirina wan. Biryar hate dayîn daku di demeke nêz de, dest bi xerc kirina qerebûyê bo wan malbetan ku rastî ziraran hatine werekirin, hevdem me spasiya tevahiya tîmên dezgehên xizmetgozarî yên herêm kir ku, bi hawara ev malbetan ve çûne ku jiber lehiyê rastî zirarê hatibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin