Tîmên gerok yên vaksînê li Hewlêrê dest bi vaksîne kirina xelkê kirin

yekem newciwan hate vaksînkirin.
کوردستان TV
100%

Newciwanên 12 salî jî têne vaksînekirin.

Îro wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Saman Berzencî ragihand ku, hikûmeta herêma  Kurdistanê jî weke welatên din yên cîhanê bo rûbirû bûna Koronayê biryar daye daku newciwanên ku temena wan ji 12 salî zêdetire, li dijî Koronayê werin vaksînekirin û di heman çarçoveyê de îro li Hewlêrê yekem newciwan hate vaksînekirin.

Saman Berzencî behsa vê yekê jî kir ku, di çarçoveya biryarên hikûmetê de yên bo rûbirû bûna Koronayê, îro biryar hate dayîn daku, bo vaksîne kirina zêdetir ya welatiyan tîmên gerok yên taybet bi vaksîn kirinê dest bi prosesa geriyan di nava kolan û taxên Hewlêrê de bikin daku xelkê vaksîne bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.