Gefên Tirkiyeyê bo êrîş kirine ser rojavayê berdewamin.
Li gel berdewamiya gefên Tirkiyeyê bo êrîş kirine ser rojavayê Kurdistanê, liv û tevgerên leşkerî li deverê de zêde bûne.
Ji aliyekê ve Tirkiye û komên cîhadî yên Tirkiyeyê amadekariyên xwe bo operasiyonan dikin û ji aliyeke din ve jî HSD, Amerîka, Rûsye û rejîm jî amadekariyên xwe didomînin.
Di vê çarçoveyê de hate diyarkirin ku ev çend roje li bajarê Hesekê liv û tevgerên leşkerî gelek zêde bûne, hêzên esmanî yên Rûsyeyê geştên esmanî dikin û hêzên leşkerî yên Amerîkî jî geştên bejahî li derdorê bajarê dikin.
Beriya niha Amerîka û Rûsye li Qamîşlo jî amadekariyên xwe kiribûn û Rûsye 40 balefirên şer şandibû Qamîşlo û Amerîka jî hêzeke zêde ya leşkerî şandibû deverê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin