Bi dorne êrîş kirine û xwestine bikujin.
Îro yekşem 7ê Mijdara 2021an li Bexdayê êrîşî ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî hate kirin.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî nivîsandiye; Îro danê sibê bi dorne êrîşî ser mala min hatiye kirin.
Sedir diyar kiriye ku ev fedayiyeke Îraq û gelê Îraqêye, loma mûşekên stemkaran nikarin wî û hêzên ewlekarî yên qehreman bitirsînin.
Kazimî nivîsandiye berdewam dibe li ser karên xwe yên bo bidest anîna maf û azadiyên gelê Îraqê û dabîn kirina jiyaneke baş bo Îraqiyan.
Nav hatî di dawiya twitta xwe de nivîsandiye ku başe, rewşa wî başe û daxwaz ji xelkê kiriye aram bin.
Weke tê zanîn di wan rojên derbasbûyî de Fermandar û rayedarên heşda şebî û hizbulaha Îraqê jiber pevçûnên navbera hêzên ewlekarî û alîgirên heşda şebî gef li Mistefa Kazimî kiribûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin