Kevira bingehîn ji aliyê Serokwezîr ve hate danîn.
Îro yekşem 7ê Mijdara 2021an bi merasimeke fermî li gundê Korî ya li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevira bingehîn ya debistanekê danî.
Di merasima han de gelek rayedarên hikûmeta Kurdistanê amadebûn û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî piştî danîna kevira bingehîn ya debistanê, gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya perwerdehiyê bo pêgehandina nibişên nû û civakeke pêşketî kir.
Serokwezîr herwiha eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê gelek girîngî bi perwerdehiyê dide û di bernameya kabîneya 9an de gelek projeyên taybet bi pêşde birina perwerdehiyê amadene û yek bi yek dikevin warê cîhbicîhkirinê.
Ev debistana han ji aliyê kompaniyeke Kurdistanî ve tê avakirin û têde 800 Xwendekar dikarin bixwînin.
Gundê Korî sîteyeke nûye li Hewlêrê ku beriya çend rojan jî jiber barîna bixor ber lehiyê ketibû û hin zirar pê gehêştibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin