Dibêje li sê welatên Efrîqî xwestine êrîşî ser welatiyên Îsraîlî bikin.
Dezgeha îstîxbarata Îsraîlê Mossad ragihand ku kariye planên çekdarên Îranî yên ku bi spaha Qodis tên nasîn li dijî welatiyên Îsraîlî pûç bike.
Li gor çapemeniya Îsraîlî, hêzên Qodis plan kirine ku li sê welatên Efrîqî êrîşî ser torîst û welatiyên Îsraîlî bikin lê Mossad bi planên wan hesiyaye û planên wan pûç kiriye.
Ji aliyeke din ve kanala 12 ya Îsraîlê diyar kiriye ku hêzên Qodis xwestine li Senegal, Tanzanya û Gana êrîşî ser torîst û welatiyên Îsraîlî bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin