Artêşa Îraqê êrîşeke DIŞIê pûç kir

çend terorîstên DIŞIê hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Li Diyalayê DIŞI êrîş kiriye.

Artêş Îraqê îro duşem 8ê Mijdara 2021an daxuyaniyek weşand û têde qala vê yekê dike ku hêzên artêşê karîne êrîşeke terorîstên DIŞIê li parêzgeha Diyalayê pûç bikin.

Di daxuyaniya artêşa Îraqê de hatiye diyarkirin ku 8 terorîstên DIŞIê êrîşî ser xaleke artêşa Îraqê li nahiyeya Uzeyim ya li Bakûrê Parêzgeha Diyalayê kirine lê hêzên artêşê bilez bersifa êrîşa han dane û karîne êrîşa DIŞIê têk bibin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di encama pevçûna han de leşkereke Îraqî birîndar bûye û hijmareke terorîst jî hatine kuştin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.