Dibêje di demeke nêz de êrîşkaran bo raya giştî eşkere dikin.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di daxuyaniya xwe ya herî dawî ya derbarê êrîşa ku duhê bo ser mala wî pêk hatibû ragihand ku êrîşkaran dinase.
Kazimî eşkere kiriye ku ev êrîşkaran dinasin û niha lêkolînên wan li ser mijarê berdewamin û di demeke nêz de vê navê êrîşkaran bo raya giştî eşkere bikin.
Weke tê zanîn duhê danê sibê bi sê dorneyan êrîşî ser mala Serokwezîr Mistefa Kazimî hatibû kirin û ji bilî birîndar bûna çend zirêvanan ti zirarên din yên canî yên êrîşê nebûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin