Li Efrînê 6 welatiyên Kurd hatin revandin

bo azad kirina wan daxwaza pereyan dikin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatine revandin.

Li gor zaniyariyên ku ji herêmê dest Kurdistantv ketine, beriya sê rojan komên cîhadî yên Tirkiyeyê li bajarê Efrîna dagîrkirî operasiyoneke din ya serda girtina malan li dijî welatiyên Kurd lidar xistine.

Di encama operasiyona han de yaku li gundên derdorê Efrînê hatiye lidarxistin, 6 welatiyên Kurd ji aliyê komên cîhadiyan ve hatine revandin.

Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku ev her 6 welatî mixşûlî karê çandiniyê bûne û komên cîhadî jî ev revandine û bo azad kirina wan daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.