Dixwestin êrîşî ser girtîgeha Hesekê bikin.
Navenda ragihandin û çapemeniya hêzên Sûriyeya demokratîk daxuyaniyek weşandiye û têde behsa pûç kirina hewleke terorîstên DIŞIê tê kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku tîmeke razayî ya DIŞIê ku plan kiribû bo berdana hijmareke terorîstên girtî, êrîşî ser girtîgeha Hesekê bike, ji aliyê hêzên asayîşa navxwe ve hatiye girtin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku ev operasiyon li Dêra Zorê çê bûye û di encama operasiyonê de endameke tîma razayî ya DIŞIê hatiye kuştin û terorîstek jî birîndar bûye û 4 terorîst jî hatine girtin.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî terorîstên DIŞIê di nava girtîgeha Hesekê de hewl dabûn daku aloziyan çê bikin lê hêzên asayîşê hewldana han pûç kiribûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin