Li çiyayê Hemrînê dest bi operasiyonekê hate kirin

çiyayê Hemrînê bûye navendeke sereke bo terorîstên DIŞIê.
کوردستان TV
100%

Balefirên Îraqî jî di operasiyonê de beşdarin.

Artêşa Îraqê ragihandiye ku îro hêzên artêşê li çiyayê Hemrînê li dijî terorîstên DIŞIê dest bi operasiyoneke berfire kirine.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê, di operasiyona han ya bejahî de gelek leşker û yekîneyên artêşa Îraqê bi çekên giran beşdarin û herwiha hêzên asmanî yên Îraqê jî piştîvaniya operasiyona han dikin.

Weke tê zanîn çiyayê Hemrînê niha weke yek ji navendên sereke ya xwe veşartina terorîstên DIŞIê ye ku di wan demên dawî de liv û tevgerên xwe zêdetir kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.