Siûdiye: Di demeke nêz de gereke din destpê dike

dibêje di rojên pêşiya me de gera nû destpê dike.
کوردستان TV
100%

Diyaloga navbera Îran û Siûdiyeyê didome.

Diyaloga navbera Siûdiye û Îranê yaku bo cara ewil bi nihênî li Bexdayê destpê kiribû berdewame.

Di vê derbarê de wezîrê derve yê Siûdiyeyê Feysel Ferhan ragihandiye ku diyaloga navbera Îran û Siûdiyeyê berdewame û Siûdiye hêviya vê yekê dike ku di rojên pêşiya me de gereke nû ya diyaloga han destpê bike.

Ferhan eşkere kiriye ku heta niha bi giştî 4 caran rayedarên her du aliyan civiyane û di civînan de nîqaş li ser çend mijaran hatiye kirin û her du alî biryar dane ku têkiliyên xwe berdewam bikin.

Weke tê zanîn ku sala 2016an jiber îdam kirina zêdetir ji 76 kesan ku şîe bûn ji aliyê Siûdiyeyê ve, têkiliyên navbera Îran û Siûdiyeyê bi temamî têkçûn û her du alî balyozên hev û du derxistin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.