Li Misirê dûpişkan êrîş kir

herî kêm 45 kes jî birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

Mirî û birîndar hene.

Li gor çapemeniya Misirê piştî bobelat û tûfanên ku di wan rojên derbasbûyî de li başûrê welat çê bûne, hijmareke gelek zêde dûpişkên reş daketine kolan û cadeyan.

Li gor çapemeniya Misirê li bajarê Aswan ya li başûrê vê welatî, gelek dûpişkên reş daketine nava kolan û cadeyan û çûne nava malên xelkê de.

Di encama êrîşa dûpişkan de heta niha herî kêm 3 kesan canê xwe ji dest dane û 40 kesên din jî birîndar bûne.

N: E.G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.