Di destpêka komcivîna aştî û ewlekarî de gotarek pêşkêş kir.
Kêliyek beriya niha bi gotara Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn li Dihukê destpê kir.
Di destpêka gotara xwe de Serokwezîr bixêrhatina mêwan û beşdarwanan kir û ragihand ku piştî koronayê ev cara yekeme ku bi awayeke raste rast liwir kom dibin û spasiya we dikim ku hatine û beşdar bûne.
Serokwezîr herwiha diyar kir ku, niha li deverê de gelek guhertin û pêşhatên curbicur hene û lazime tevahiya me bihev re hewl bo çareser kirina kêşeyên heyî bidin û bêgoman çareser kirina kêşeyan jî tenê bi diyaloga aştiyane dibe.
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, bi her awayî piştîvaniya diyaloga aştiyane bo çareser kirina kêşeyan dikin û lazime tevahiya aliyan jî bo vê mebestê hewl bidin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin