Li Îraqê huşdarî tê dayîn

dibêje lazime welatî lezê bikin û xwe vaksîne bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje pêla çaran ya Koronayê di rê deye.

Wezareta tendirostî ya Îraqê derbarê rewşa tendirostî de huşdarî dide û daxwaz ji welatiyan dike daku rêkarên xweparêziyê bicîh bînin.

Di daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku pêla çaran ya Koronayê di rê deye û gelek bilez belav dibe.

Di berdewamiya daxuyanî de hatiye eşkere kirin ku bo pêşî girtin ji belav bûna pêla çaran ya koronayê lazime welatiyên Îraqê rêkarên tendirostî bicîh binin û bi xwe parastinê, hevkariya aliyên têkildar yên tendirostî bo derbas kirina pêla han bikin.

Wezaretê herwiha daxwaz ji welatiyan kiriye daku beriya hatina zistanê xwe vaksîne bikin daku bi vê rengî xwe li hember koronayê biparêzin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.