Mesrûr Barzanî: Îraq bêyî liber çav girtina xwesteka pêkhateyan hatiye avakirin

dibêje me daxwaz ji welatên ewrûpî kiriye bi hawara koçberan ve biçin.
کوردستان TV
100%

Di komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn de gotarek pêşkêş kir.

Îro sêşem piştî nîvroyê, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn yaku li Dihukê hatiye organîzekirin gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser çend kêşe û mijarên girîng yên di rojevê de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê kir û ragihand ku Kurdistan hertim amadebûye ku kêşeyên heyî bi rêya destûrê û bi awayeke aştiyane werin çareserkirin lê heta niha Bexda di vê warê de ti gaveke erênî neavêtiye û heta niha Bexda li gor destûrê para Kurdistanê ji bûdceyê ku ji sedî 17 ye bo Kurdistanê neşandiye.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, Îraq welateke ku ji çend pêkhateyan pêk hatiye, lê ev welat bêyî liber çav girtina xwesteka wan pêkhateyan hatiye damezrandin.

Nav hatî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku, ev koçberên ku li ser sînorên Belarus û Polonyayê mane asê, ji aliyê hin komên qaçaxçî ve hatine xapandin û li Kurdistanê de ti welatiyek jiber zextan koç nekiriye û me daxwaz ji welatên Ewrûpî kiriye daku bi hawara koçberan ve biçin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, Kurdistanê welateke arame, niha jiber aramiya heyî zêdetir ji 1 miliyon aware û koçber li Kurdistanê de dijîn û heta niha beşeke gelek kêm ji wan vegeriyane.

Serokwezîrê Kurdistanê qala çanda bihevre jiyanê li Kurdistanê de kir û ragihand ku çanda bihevre jiyana aştiyane li Kurdistanê de gelek bihêze û bi sêya çanda han tevahiya pêkhateyan bi azadî û di rewşeke ewle de dijîn.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, hikûmeta Kurdistanê berdewame li ser xizmet kirina zêdetir ya xelkê û afirandina derfetên zêdetir yên karî.

Derbarê rewşa Sûriyeyê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku, lazime qirîza Sûriyeyê bi diyalog û danûstandinên siyasî û aştiyane were çareserkirin û jiber aloziya rewşa vê welatî heta niha hijmareke gelek kêm ji awareyên vê welatî vegeriyane û em weke Kurdistan bo bihêztir kirina aştiyê li Sûriyeyê amadene hevkar bin.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.