Di nava rûbarekî li Soranê xendiqî.
Birêveberatiya hêzên hawara hatina îdareya serbixwe ya Soranê ragihand ku direngiya şeva derbasbûyî li rûbarê Zirara ya li Soranê ciwanekî Rojavayî xendiqiye û canê xwe ji dest daye.
Ciwanê han navê xwe Yûsif Ehmed Murade, xelkê bajarê Qamîloye û d çiftlîkek li devera Mêrgesorê ya li nêzî rûbara Zirara kar kiriye.
Nav hatî bi mebesta nêçîra masiyan çûye ser rûbarê lê ketiye nava rûbarê û canê xwe ji dest daye.
Heta niha termî wî nehatiye dîtin û hewldanên aliyên têkildar bo dîtin û derxistina termê wî berdewamin.
Weke tê zanîn îsal bi giştî 14 kes di nava rûbarên deverê de xendiqîne û canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin