Hizbulah jî baskên xwe yên çekdarî hilweşand

heta niha du komên çekdar hatine hilweşandin.
کوردستان TV
100%

Beriya niha Serokê tevgera Sedir daxwaza hilweşandina baskên çekdarî kiribû.

Piştî daxwaza Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ya bo hilweşandina komên çekdar  yên derveya artêşa Îraqê, hin komên çekdar hilweşandina xwe ragihandin.

Di vê çarçoveyê de yekem kom ku hate hilweşandin, koma çekdar ya Seraya Selam ya ser bi tevgera Sedir bû.

Îro jî hizbulah ragihandiye ku weke bersifdayîna daxwaza Sedir, hilweşandina baskê xwe yê çekdarî ragihandiye û ji niha û pêde ti komeke çekdar ya hizbulahê nabe.

Ji aliyeke din ve hin pispor behsa vê yekê dikin ku ev pêngava han tenê bo siyast kirinê ye.

Herwiha her îro koma çekdar ya heşda şebî yaku jê re eniya hevbeş  ya berevaniya nîştimanî tê gotin, diyar kiriye ku bo rûbirû bûna hêzên Amerîkî piştî bi dawî hatina dema mayîna hêzên Amerîkî li Îraqê, dest bi nivîsîna navên kesên dilxwaz kiriye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.